CivakLêk’olîn

Nava qanûnên hatina li Ermenîstanê guhartin hatine kirinê

Bona ku li ser hidûdê Ermenîstanêyî li firegehê sirîya meriva zêde nebe, organa Ermenîstanêye saxlemîxweyîkirinê careke mayîn derheqa normên bêqezîyabûnêda, yên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra, bîr tîne.Heger ew merivên ku hidûdê Ermenîstanê derbaz dibe û li cem wî bersiva têsta koronavîrûsêye normal, ya nava 72 sehetada heye, wî çaxî borcdarîya karantînê nakeve li ser wî.Heger dokûmêntên wî cûreyî li cem wî merivî tunene, wî çaxî ew meriv yan li firegehê yan jî li ser sînorê erdê gerekê bê têstkirinê û xwe bide başqekirinê hetanî bersiva têstê hazir be.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew merivên ku dikevine Ermenîstanê, li ser hidûd ese tên lênihêrandinê /kontrolkirina germê, nîşanên girêdyî nexweşîyê ra/. Heger nîşanên wî cûreyî hebin, ew meriv tê hospîtalîzasîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button