Sereke

Hal dikare bi temamî ji bin kontrolê derkeve: katibê şêwira bêqezîyabûnê

Girêdayî wefatbûna qulixçîyê ermenîye leşkerîra, yê li qeza Gêgarkûnîkê, Ermenîstanê  berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibe. Derheqa wê yekêda katibê şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanê Armên Grîgoryan gotîye.

“Provokasîya ji alîyê Adirbêcanêda hatîye kirinê. Me dew kirîye ku ew ji têrîtorîya Ermenîstanê derbikevin. Feqet, azêrî dîsa li vir dimînin û carina provokasîya dikin. Emê temamîya înformasîyayê bidine Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û  gotûbêjkirina destpêkin bona ku  fem bikin ku em gerekê çi bikin”,- ewî gotîye. Grîgoryan usa jî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê eşaretî dabû welatên endamên organîzeyê ku diqewime hal ji bin kontrolê derkeve.

“Vê yekê jî careke mayîn da kifşê, wekî pêwîste gavên lez bêne avîtinê bona ku pirsgirêk zû bê helkirinê, heger usa nebe, diqewime bi bûyarekê hal ji bin kontrolê derbikeve”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button