Wezîreta parastinê behsa derheqa teribandina sînorên Adirbêcanê, ya ji alîyê leşkerên ermenîda, înkar dike
Wezîreta Adirbêcanêye parastinê înformasîya neraste bi sirê belav kirîye, anegorî kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî 1-ê hezîranê 4O leşkerên ermenî sînorên Adirbêcanê teribandine û paşê hêzên Adirbêcanê “ew mecbûr kirine ku paşda vegerine ser tabîyên xwe”. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê daye dîyarkirinê.
“Tiştekî ber çevaye, wekî înformasîya wî cûreyîye nerast serokatîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasî dide xebatê, ku nava civaka navnetewîda bide kifşê, ku giva halê li ser sînor ji alîyê hêzên ermenîda tê sertkirinê. Wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam dike, wekî hêzên Ermenîstanê ne 1-ê hezîranê û ne jî pêşda sînorên Adirbêcanê neteribandine û ew înformasîya yên nerastin. Çend roj pêşda jî wezîreta Adirbêcanêye parastinê digot, wekî alîyê ermenî berbi sînorê ermenîya-azêrîya û usa jî berbi Şûşîyê agir kirine. Ew înformasîya ji alîyê wezîreta Ermenîstanêye parastinê û fermandarîya aşîtîparêzên rûsda hate înkarkirinê”,- nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.