“Brûsk- 2O21”: OPBK wê li Ermenîstanê telîmên leşkerîye mexsûs derbazke
Li Ermenîstanê wê telîmên leşkerîye mexsûs «Brûsk- 2O21» derbazbin. Bi ragîhandina “Întêrfaks”-ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê prêssayê, yê organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Vladîmîr Zaynêtdînov gotîye.
“Nava dorana telîmada wê opêrasîyonên bi du êtapa bêne hazirkrinê, tevî kîjana wê bibin têknîka zirihkirî, avtomaşînên mexsûs, avîyasîya, diron û têknîka mayîn”,- ewî gotîye.
«Zaynêtdînov usa jî serda zêde kirîye, wekî ji yekê hetanî sisê hezîranê li Ermenîstanê hevraxeberdanên ştaba bona hazirkirina telîma hatine derbazkirinê. Telîm usa jî wê girêdayîbin şerkarîya dijî zivira narkotîkaye neqanûnîra.
Dikevine nava peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Ermenîstan, Bêlarûs, Qazaxistan, Qirqizstan, Rûsîya û Tacîkstan ya ku sala 2O21-ê seroka organîzeyêye.