Sereke

Kirîna piranîya sîliha piştî şorişa hevirmiş bûye: Paşînyan

Deh sala pêşîya şerê Arsaxêyî 44 roje, salên 2O1O-2O2O-î, bahê 389 mîlîon dolara sîlih hatîye Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîr, wextê  hevdîtina tevî binelîyên gundê qeza Araratêyî Mirgavêtê, gotîye.

“Pêşîya şerê 44 roja, nava deh salada, Adirbêcanê ji 8 cara zêdetir  sîlih kirîne, û du sêanîya wan sîliha ji Welatên Hevalbendîya Serbest hatine stendinê. Ji sala 2O11-a hetanî sala 2O2O-î Bekûyê bahê sê mîlîard 274 mîlîon dolarî sîlih kirîne, lê  Ermenîstanê bahê 398 mîlîon dolarî.Piranîya wan sîliha piştî şorişa sala 2O18-a hatîye stendinê”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button