Sereke

Paşînyan û Rîkêr derheqa girîngîya rola hemsedirtîya koma Mînskêda dane dîyarkirinê

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan borcbirê cîgirê sêkrêtarê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî dewletê, yê alîyê pirsên Avropayê û Avrasîyayê, Fîlîp Rîkêr û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye.Bi silavkirina mêvanê derecebilind, Nîkol Paşînyan pêşkeftina hevkarîya ermenîya- amêrîkîya girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,  wekî seredan mecalê didê rojeva heleqetîyên dualî û pêrspêktîva gotûbêj bikin. Paşînyan xeberên qîmetkirinê dane naskirina komkujîya Ermenî û girêdayî axaftina serokê ŞAY Co Baydêne derheqa gunehkarkirina komkujîyêda, usa jî bi hêvîdarî gotîye, wekî ewê alî qewînbûn û bêqezyabûna herêmê bike. Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî nava sed salên dawîda pirsên bêqezîyabûnê nehatine guhartinê û şerê Arsaxêyî 44 roje da kifşê, wekî nava wî şerîda hema ew alî bûne, yên ku tevî mîyaserkirina komkujîya Ermenî bûne. Fîlîp Rîkêr daye dîyarkirinê, wekî ew cara ewlin tê Ermenstanê û ew gelekî şaye ku tevî hevalkarên ermenî heleqetîyên dualî gotûbêj dike.Ewî derheqa hazirîya hevkarîya tevî Ermenîstanê careke mayîn îzbat kirîye. Fîlîp Rîkêr pêra jî daye dîyarkirinê, wekî alîyê amêrîkî hazire piştgirîyê bide werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê.Xeberdan derheqa halê li herêmê, girîngîya rola hemsedirtîya koma Mînskê  û gavên bona sistkirina halê sertda çûye. Nîkol Paşînyan guhdarîya Fîlîp Rîkêr teglîfî li ser pirsa dîlên leşkerî û paşdavegerandina wan, usa jî pêwîstîya deranîna hêzên azêrîyaye ji têrîtorîya Ermenîstanêye serbixwe kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button