Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: Êrdogan lez dikeve

“Li Bekûyê, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê Tirkîyayê Rêcêb Tayb Êrdogan dabû dîyarkirinê, wekî nava doranên dêklarasîya li Şûşîyê îmzekirî, diqewime baza Tirkîyayêye leşkerî bê sazkirinê. Hatibû elamkirinê, wekî ew dêklarasîya xerîta rê ye, bi kîjanê herdu welat wê pêşda herin, lê bi rastî ew bona mîyaserkirina bernama tirkîye. Bi vê yekê  Tirkîya îdî eşkere derheqa sazkirina  baza leşkerîye li Adirbêcanê xeber dide û mixabin, ew yek li ser hîmê encamên şerê Arsaxêyî duem tê kirinê. Têma  “serkeftinê”  bona Elîyêv şîrin e, lê diqewime hê dereng bona Adirbêcanê ew yek bê texmînkirinê. Feqet Êrdogan lez dikeve ku xiyala xwe mîyaserke, bo ku kîsî topraxên  Ermenîstanê û Arsaxê  û paşê temamîya dinîya tirka bighîne hev…”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button