Lehca bi du hespa: bersiva prêssa navnetewî bona hilbijartinên li Ermenîstanê
Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa serkeftina xweye nava hilbijartinên parlamêntîyêda elam kirîye.Derheqa wê yekêda BBC-ê nivîsîye û serda zêde kirîye wekî anegorî encamên pêşin partîya bi serkarîya Nîkol Paşînyan 58% deng berev kirîye. Serokê koalîsîyona mayîn, serokê Ermenîstanêyî berê, Robêrt Koçaryan daye dîyarkirinê, wekî hilbijartin hatine feşkirinê. BBC bîr tîne wekî Robêrt Koçaryan hevalê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û tifaqdarê wî, berê nava feşkirina hilbijartinada hatîye gunehkarkirinê, peyî kîjanara bûyarên 1-ê adara sala 2OO8-a qewimîne.
Reuters-ê bîr anîye, wekî piştî binketina nava şerê Arsaxêda, meremê hilbijartina ew bû, ku krîzîsa sîyasîye li Ermenîstanê bidine hildanê. Hatîye gotinê wekî Paşînyanê ku nava encamê şerê soqaqada gihîştîye serokatîyê, tevî Moskvayê nava heleqetîyên sardane.
Deutsche Welle-ê dibêje wekî nenihêrî wê yekê ku 26 hêzên sîyasî tevî hilbijartina dibûn, lê şerkarî di navbera herdu hêzada diçû.
The Guardian-ê nivîsîye, wekî şerkarîya nava hilbijartinada bi rastî mînanî lehca bi du hespa bû. Rojnamê bîr anîye, wekî wextê kampanîya hilbijartina, Paşînyan elam kirîye, wekî partîya wîra 6O selefê denga pêwîstin. Rojnamê daye dîyarkirinê, wekî sala 2O18-a bona hilbijartinên aza û bi heqî, Ermenîstan layîqî pesinê navnetewî bûye.