Lêk’olînSereke

Welatê ku dikeve nava navnîşa şerabçêkirên dinîyayêye here kevin

Forbes-ê gotarek derheqa şerabçêkirina li Ermenîstanê belav kirîye û daye dîyarkirinê  ku dijwarîyên çi cûreyî pêşîya şerabçêkirên li Ermenstanê hene, bi taybetî li wan  nehîya, yên ku li ser sînorê tevî Adirbêcanêne.Xudana gotarê Katêrîn Todê derheqa gundê qeza Tavûşêyî Bêrdavanêda nivîsîye.Ewê daye dîyarkirinê wekî bona şerabçêkirên li wî gundî dijwarî hene, çimkî wextê berevkirina rez ew ji gulebarandina ditirsin.Hatîye gotinê, wekî şerabçêkirên ermenî gelek dijwarî alt kirine, hêna Sovyêtêda rastî rêprêsîya hatine, lê piştî hilweşîna Yektîya Sovyêtê, niha ketine nava zona konflîktê, li kîderê wextê berevkirina ekin her dem meriv dikarin bêne kuştinê.Xudana gotarê usa jî bîr tîne, wekî li Vayos Zorê arxêologa cîhê çêkirina şerabêye kevinar dîtine.Anegorî wan cîha tê dîyarkirinê, wekî ew  6OOO sal pêşda bûye. Ew cîh li şikeftêye, navê kîjanê «Arênî 1»-e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button