Sereke

Girêdayî paşdavegerandina dîlên ermenîra xebat berdewam dibin: baylozê Rûsîyayê

Pirsa paşdavegerandina dîlên ermenîye li Adirbêcanê, pirsa serokatîya Rûsîyayê û aşîtîparêzên rûse pêşine. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye û serda zêde kirîye, wekî wî alîda xebatê berdewam bibin.

«Tabîya meye derheqa vê pirsêda kifşe. Me pêşda jî gotibû, wekî dîl gerekê bêne pevguhartinê, bi prînsîpa «hemû dewsa hemya». Ev pirs çawa pirsa meye pêşin dimîne û vî alîda xebatê berdewambin»,- Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.

3-ê tîrmehê, bi navçîgarîya Rûsîyayê, dîsa 15 dîlên ermenî paşda  vegerîyane Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button