Sereke

Wê diha başbe ku serokatîya Adirbêcanê guhdarîya berbirîbûnên navçîgara bike:Paşînyan

Adirbêcan dicêribîne raberke ku Ermenîstan dijî xebatên kifşkirina sînoraye. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye û serda kirîye wekî bi rastî Adirbêcan dijî wê yekêye, çimî ewê xerîtên feşkirî anîne û dicêribîne hazirîya eskerên xweye li ser cêrge beşên têrîtorîya Ermenîstanê wî cûreyî raberke.

“Çawa ku civaka navnetewî, usa jî Ermenîstanê tabîyên xwe gelek cara derheqa vê pirsêda dane kifşê”,- Paşînyan gotîye û careke mayîn pêşnîyara Ermenîstanê raber kirîye û gotîye wekî ew pêşnîyar wî cûreyî dimîne. Vî alîda Ermenîstan tevî hevalkarên Rûsîyayê dixebite, lê Adirbêcanê bersiva pêşnîyara Ermenîstanê nedaye.

“Adirbêcan dicêribîne usa raberke, ku Ermenîstan dijî aşîtîyê û peymana aşîtîyêye, nenihêrî wê yekê wekî Ermenîstanê îdî çend cara elametîya hemsedirên koma Mînskêye 13-ê nîsanê silav kirîye”,- Paşînyan gotîye û bîr anîye, wekî koma Mînskê pêşnîyar kiribû hevraxeberdanên edil bêyî tu qewil- qirara destpêkin. Borcbirê serekwezîr usa jî gotîye, wekî nava hîmê pêşnîyara hemsedirada sê prînsîpên hîmlî hene: mafê xweqirarbûnê, nexebitandina qewatê û yektîya têrîtorîya.

“Ev elametîya hemsedira pêşnîyara aşîtîya herêmêye û Ermenîstanê ev elametî silv kirîye”,- Paşînyan gotîye û carke mayîn daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan bona şuxulkarîya hevraxeberdana hazire. Borcbirê serekwezîr usa jî gotîye wekî diha başe dewsa elametîyên neçêkirinê Adirbêcan guhdarîya gotinên navçîgara bike û tabîya xweye hindava pêşnîyarên hemsedirada bide kifşê.Paşînyan gotîye wekî Ermenîstanê mîyaserkirina mafê cimeta Arsaxêye xweqirarbûnê biparêze, lê provokasîyonên Adirbêcanê şedetîyên didin ku welat bi rastî dijwarîya bona şuxulkarîya edil pêşda tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button