Sereke

Heytehola teslîmkirina mîsîya aşîtîparêzên ermenî derbaz bûye

2-ê tebaxê, nava doranên mîsîya aşîtîparêzîyêye li Kosovoyê, heytehola teslîmkirina fermandarîyê û mêdala derbaz bûye.

Pareskerê ermenîye 33-a ala Ermenîstanêye dewletê teslîmî pareskerê ermenîye 34-a kirîye. Tevî wê heyteholê bûne gênêral Gyûntêr Şopf, serokê ştaba hêzên aşîtîparêz Con Mêyêr, fermandarê baza leşkerî Mark Stoûnton û cêrge wekîlên miletên başqe, û mêvanên başqe.

Gênêral Şopf qulixa pareskerê ermenîye 33-a bilind qîmet kirîye.Ewî gotîye, wekî paresker wî çaxî hatîye Kosovoyê, dema ku bona Ermenîstanê halekî gelekî giran bû. Dawîya heyteholê endamên koma ermenî bi mêdala, hurmetnama û pêşkêşa hatine xelatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button