Sereke

Meha îlonê li Yêrêvanê wê forûma bîznêsmênaye mezin derbazbe

2O-ê îlonê li Yêrêvanê wê hemcivîna bîznêsmênên ermenî derbazbe.Hatîye ragîhandinê, wekî wê çend bîznêsmên tevî hemcivînê bin.

Teşkîldara hemcivînê asosîyasîya bîznêsmênên ermenî ye, tevî kîjanê dibin bîznêsmênên ermenîye mezin, nava wanda usa jî serokê kampanîya “Taşîr”-ê Samvêl Karapêtyan.

“Îro, mînanî berê, pirsa meye sereke ew e, ku Ermenîstana qewat hebe. Ev gava bi sirê hema bona wê yekê ye, wekî di navbera bîznêsmênên Rûsîyayê û Ermenîstanêda pêwandîyên bîznêsê û hevkarîyê îzbatkin.Ez hêvîdarim, wekî emê bi cedandinên tevayî sîstêma bîznêsêye qewîn sazkin”,- Samvêl Karapêtyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button