Sereke
Koalîsîyona navnetewî: pêşmerge nava qewînkirina halê li herêmê “tifaqdara girîng”-e
Koalîsîyona navnetewî îzbat kirîye, wekî nava karê qewînkirina halê herêmêyî bêqezîyabûnê pêşmerge tifaqdara wane girînge.
Ew hêzên Herêma Kurdistanêye fermîne, yên ku nava şerê dijî DAÎŞ-ê rola girîng lîstine û alî hêzên îraqî kirine, ku cîhadîsta altkin.
Koalîsîyona navnetewî her dem soz daye ku piştgirîyê bide hêzên kurda.
“Hêzên pêşmerga nava mîsîya meda tifadara girîngin û pêwîste ku koalîsîyon piştgirîyê bide wan bona ku DAÎŞ paşda venegere”,-wekîlê koalîsîyona navnetewî Wêyn Marotto Twittereda nivîsîye.