Sereke

Serokê Herêma Kurdistanê hîvî ji mesîhîya dike ku ew li Îraqê bimînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja duşemê mesîhîyên li herêmê silav kirine û hîvî ji wan kirîye ku ew bo pircûretîya welêt li wir bimînin.

Nêçîrvan Barzanîyê serok ev gotin wextê birîfînga kurt raber kirîye, ya ku piştî heytehola kifşkirina patrîyarxê dêra aşûrîyayî li rojhilatê derbaz bûye. Em bêjin, wekî patrîyarxê aşûrîyayî berê anegorî lênihêrandinên doxtirîyê ji rêberîyê dûrket.

Wextê heytehola kifşkirina patrîyarxê aşûrîyayî nû Nêçîrvan Barzanî û nevsên hukumata Herêma Kurdistanêye mayîn, usa jî şuxulkarên ruhanîye derecebilind û dîplomatên bîyanî hazir bûne.

 Heyîna komên êtnîkî û ruhanîye li Herêma Kurdistanê “Şikilekî baş”e. Derheqa wê yekêda Nêçîrvan Barzanî gotîye û patrîyarxê nû pîroz kirîye.

“Em hêvîdarin wekî mesîhî wê li vî welatî bimînin, bona ku em hemû bikaribin qulixkin û wê yekê bidine berfirehkirinê”,- serokê Herêma Kurdistanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button