Sereke
Meydaneke li Fransîyayê kirine ser navê sîyasetmedara kurd Hevrîn Xelefê
Li bajarê Fransîyayêyî Lîonê meydanek hatîye vekirinê, navê kîjanê kirine ser navê seyasetmedara kurd Hevrîn Xelefê, ya ku ji alîyê komên piştgirên Tirkîyayêda, li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê sala 2O19-a hatîye kuştinê.
Şêwira bajarê Lîonê bi yekdengî ew pêşnîyar qebûl kirîye.
Endama şêwira Lîonê Sonya Zdorovsoffê wêne belav kirine û Twittereda nivîsîye, wekî Hevrîn Xelefê jîyana xweye kurt pêşkêşî xebata bona Sûrîya Dêmokratîk kirîye.