Sereke

Paşînyan: girêdayî hevdîtina tevî Elîyêvra sînorkirinên wede û cîh tunene

Girêdayî hevdîtina tevî Elîyêvra, sînorkirinên wede û cîh tunene, çimkî praktîka hemsedirên koma Mînskê bona teşkîlkirina hevdîtinên wî cûreyî heye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Sînorkirina tek-tenê, bi gotina wî, ewe wekî ew hevdîtin li welatekî sisîya  derbaz dibin.

“Hazirîya mine bona hevdîtina tevî Elîyêv tiştekî nû nîne, çimkî nava mehên dawîda min elametîyên hemsedrên koma Mînskê silav kirîye, yên ku derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêdanin, ya ku gerekê bi rêya edil, li ser hîmê wan prînsîpa bê helkirinê. Derheqa hazirîya bona hevdîtina me gelek cara elam kirîye.Hêvîdarim, wekî nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda cedandinên bona helkirina pirsgirêka Qerebagê wê bêne aktîvkirinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button