Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa hevraxeberdanên bona çêkirina stansîya atomîye nû da elam kirîye.Çawa ku Armênprêss-ê elam kirîye, derheqa wê yekêda ewî li parlamêntê, wextê dayîna bersiva pirsa Sêrgêy Bagratyanê parlamêntvan gotîye.Paşînyan daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye, wekî tevbûna hukumatê hema bi wê yekêva girînge, wekî stansîya atomî nikare bibe însîatîva şexsîye tam û bo wê yekê jî hukumat gerekê bi aktîvî tevî wê şuxulkarîyê bibe.
Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî niha pirsa hukumatê ewe ku hetanî sala 2025-a çêkirina kombînata helandina sifir destpê bikin.