Sereke

Nîkol Paşînyan bi seredana xebatêva wê here Fêdêrasîya Rûsîyayê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr îro wê bi seredana xebatêva here Rûsîyayê.Bi ragîhandina Armêprêssê, derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê elam kirine û dane dîyarkirinê, wekî li Moskvayê hevdîtina Nîkol Paşînyan û serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê derbazbe.

Alî wê derheqa şuxulkarîya mîyaserkirina elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê çileya sala 2O21-ê gotûbêj bikin. Xeberdanê usa jî derheqa pirsên qewînbûna herêmê, gavên dasekinandina pêwandîyên êkonomîkî û bûyarên li herêmê derbazbe.

Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn wê usa jî rojeva heleqetîyên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button