Pûtîn derheqa hevkarîya tevî Ermenîstanê, ya nava govekên cuda-cudada, xeber daye
Wextê forûma ermenîya-rûsaye heyştaye di navbera qezada, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derheqa hevkarîya tevî Ermenîstanê, ya nava govekên cuda-cudada, xeberdaye.
“Heleqetîyên Rûsîyayê û Ermenîstanê, yên ku li ser tradîsîyayên qedirgirtina dualî û dostîyê hatine hîmdanînê, yên tifaqdarîyêne”,- Pûtîn tevbûên forûmê slav kirine.
“Di navbera welatên meda dîyaloga sîyasî heye û hevkarîya nava govekên cuda-cudada tê mîyaserkirinê. Hevkarîya di navbera herêmada roleke girîng nava pêşxistina pêwandîyên dualîda dilîze”,-serokê Rûsîyayê gotîye.
Em bêjin, wekî 18-ê cotmehê li Yêrêvanê forûma di navbera herêmada, ya rûsa-ermenîyaye heyşta, destpê bûye. Îro jî forûmê xebata xwe berdewam kir.Ew ji alîyê wezîreta Rûsîyayêye pêşkeftina êkonomîkî û wezîreta Ermenîstanêye serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma teşkîl kirine.