Sereke

Yekîtîya Avropayê elam kirîye, wekî Tirkîya ji mafên xwe “paşda vedikişe”

Komîsîya avropî roja sêşemê raporta xweye derheqa endamtîya Tirkîyayêye nava Yekîtîya Avropayêda belav kirîye, kîjanêda xemgînî hatîye elamkirinê girêdayî wê yekêra, wekî halê mafên mêriv, prêsa aza û sîstêma mehkemêye serbixwe gelekî xirabe.

Hevraxeberdanên bona endamtîya Tirkîyayêye nava Yekîtîya Avropayêda 16 sal pêşda destpê bûne û komîsîyayê nava raportêda elam kirîye, wekî erza Tirkîyayêye bona endamtîyê, rûyê tunebûna dêmokratîyayêda, “ketîye nava hesarê”.Raportêda derheqa halê  mafên mêriv û cêrge govekên mayînda hatîye dîyarkirnê.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew pêşnîyar dikin ku Tirkîya rojnamevana, mafparêza, advokata, nivîskara û ulmdara aza berde, yên ku hebsadanin. Hatîye gotinê, wekî ew gerekê qanûndarîya xwe jî lê binhêrin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button