Fermandarê pêşmerga elam kirîye, wekî menîya şihîdketina du pêşmerga ew e, wekî li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî, di navbera hêzên kurda û îraqîyada hevkarî tune. Bi gotina wî, hevraxeberdanên bona sazkirina pareskerên tevayî ketine nava hesarê.
“Di navbera me û eskerên Îraqê da, ji alîyê bêqezîyabûnêda, dûrketina mezin heye”,- fermandarê pêşmergayî li Kirkûkê Nûrî Hama Elî gotîye û serda zêde kirîye, wekî li wê nehîyê cêrge cîh û şikeft hene, li kîderê çekdarên DAÎŞ-ê dikarin xwe veşêrin.
Em careke mayîn bidine dîyarkirinê, wekî çekdarên DAÎŞ-ê êvara şemîyê êrîş biribûne ser nehîya Kirkûkêye Pirdê, rûyê çida du pêşmerge şihîd ketibûn û çend meriv jî birîndar bibûn. Hetanî niha tu kesî cabdarîya wê kirinê hilnedaye ser xwe.