Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh êvarê wezîra Swêdêye karên der Ann Lînd û dêlêgasîya bi serkarîya wê qebûl kirîye.Lîndê duh seredana li Begdayê ser hevda anîye û piştî wê yekê çûye Hewlêrê. Ew li Begdayê rastî nevsên hukumata Îraqêye fermî hatîye.
Wezîra Swêdêye karên der li firegeha Hewlêrê ji alîyê serokê dêpartamênta Kurdistanêye heleqetîyên der Safîn Dîzayînda hatîye pêşwazîkirinê. Li Hewlêrê Ann Lîndê rastî nevsên Kurdistanêye fermî bê. Ewê usa jî rastî wekîlên dîyasporayên miletên başqeye li Herêma Kurdistanê bê.