
Mehmed Şêx Ahmedê 21 salî, yê ku ji wan du merivaye, yên ku 24-ê mijdarê li La-Manşê ji xeniqandinê filitîye, gotîye Rudaw ê, wekî polîsîya fransî û ya brîtanî bersiva dengdayîna bona alîkarîyê nedane, wextê ku ew mihacir niqoyî binê avê dibûn.
Em bêjin wekî komeke ji 35 mîgranta bi qeykê xwestine derbazî Birîtanîya Mezinbin, lê rûyê qezîyayêda, rûyê xiravbûna qeykêda, ew niqoyî binê avê bûne, lê du meriv ji wê yekê filitîne.