SerekeSîyasî

Rûsîya nava hevraxeberdanên nûda wê di navbera Damişqê û kurdada bibe navçîgar

Nava rojên nêzîkda Rûsîyayê çawa navçîgar wextê hevraxeberdanên di navbera kurda û rêjîma Damişqêda pêşda bê.

Van rojên axirîyê, wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov rastî wekîla şêwira kurd, ya Sûrîya Dêmokratîk Îlham Ahmedê hat.

Wekîlê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Ştatên Yekbûyî  Co Baydên pevketine ku pêwîste tevî hevraxeberdanên di navbera kurda û rêjîma Sûrîyayêda bibin.

Hevraxeberdanên nû wê li ser pirsên opêratîv bêne merkezkirinê, yên mînanî vekirina hidûdê Al Yarûbîyayê, ya ku bin kontrola kurdadane, usa jî derbazkirina alîkarîya hûmanîtarî û koordînasîya leşkrî, ya ku dikare êrîşa tirkaye nû bide sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button