H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê hejmara merivên bi koronavîrûsê nexweşktî zêde bûye

Nava van rojên dawîda hejmara nexweşên bi koronavîrûsê zêde bûye. Derheqa wê yekêda seroka merkeza Ermenîstanêye kontrolkirina nexweşîya Romêla Abovyanê gotîye.

“Cara ewline, wekî em dibînin ku nexweşî careke mayîn serê xwe bilind dike.Têmpên nexweşîyê zêde bûne.Hegre çend roj pêşda Ermenîstan anegorî normên Yekîtîya Avropayê dikete nava zona kesk, nava van çend rojên dawîda em ketine nava zona rengê zer”,-Romêla Abovyanê gotîye.

Bi gotina wê, heger sînorkirin tunebin, wî çaxî hesab dikarin gelekî mezinbin. Bo wê yekê jî girînge ku qanûnên anegor bêne xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button