H’emû nûçeSereke

Qirara Ermenîstanê ya di derbarê tevbûna tevî civîna li Tirkîyayê hê tune

“Hetanî niha qirara dawî, ya derheqa tevbûnêda tune”,- derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der, parlamêntvanê ji frakîsya “Peymana Sîvîl”, Êdûard Agacanyan gotîye, wextê ku bersiva wê pirsê daye, ku gelo wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan û wekîlê Ermenîstanêyî pirsên tevî Tirkîyayê Rûbên Rûbînyan wê tevî hemcivîna dîplomatîye li Antalîyayê bibn, yan na.

“ Hetanî hatina li vê pirêss-konfêransê, min tevî birêz Rûbînyan gotûbêj kirîye û dikarim bêjim, wekî hetanî niha qirara dawî nehatîye qebûlkirinê”,-Agacanyan gotîye.

Pêşda hatibû belavkirinê, wekî Mêvlût Çaûşoglûyê wezîr gotibû, ku Ararat Mîrzoyan û Rûbên Rûbînyan wê tevî forûma dîplomatî bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button