SerekeSîyasî

Kurdistanê salvegera wefatbûna Îdrîs Barzanîyê lîdêr daye kifşê

Duh li Kurdistanê salvegera wefatbûna lîdêrê kurdî eyan Îdrîs Barzanî hatîye kifşkirinê.

Welatî, nevsên fermî û pêşmerge tevî berevbûnê bûne. Li wir pêşengeha wêneya hatîye rabekirinê, bi kîjanê derheqa jîyan û şerkarîya Îdrîs Barzanîye wextê heja kurdaye azadarîyê hatîye raberkirinê.

Îdrîs Barzanî sala 1944-a ji dayîk bûye. Ew sîyasetmetdarê kurdî bi nav denge. Ew kurê lîdêrê kurd Mistefa Barzaîye, birayê serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk Mesûd Barzanîye û bavê serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîye.

Şuxulkarîya Îdrîs Barzanî, emir û karkirina wî, nava heja kurdaye azadarîyêda berbiçeve.

 Îdrîs Barzanî 31-ê çileya sala 1987-a, 43 salîya xweda, koça xweye dawî kirîye. Ewî temamîya jîyana xwe daye damezirandina dewleta kurdaye serbixwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button