AborîSereke

Şerabên ermenî wextê pêşengeha Moskvayêye “ProdÊkspo 2O22” a mêdal stendine

Li Moskvayê ji 7-ê sibatê hetanî 11-a pêşengeha navnetewîye “ProdÊkspo 2O22” derbaz bûye, li kîderê Ermenîstanê bi salona şerabên xwe hazir bûye.Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Arman Xocoyan jî tevî pêşengehê bûye.

Hatîye ragîhandinê, wekî “ProdÊkspo” pêşengeha navnetewîye xurek û alkoholêye mezine. Îsal 266O meriv ji 73 welata tevî pêşengehê bûne.

Nava dorana pêşengehêda lehca tamkirinê derbaz bûye, wextê kîjanê şeraba ermenîye hinara layîqî mêdala zêrîn û hurmetnamê bûye.Hevaltîke ermenîye mayîn jî mêdalên zîv û bronz qazanc kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button