Fêstîvala sînama kurdî ya ku wê meha gulanê li Amstêrdamê derbazbe, wê pirayên di navbera civakên kurd û holandîda çêke.
“Bi piştgirîya çand û kûltûrayê em dicêribînin pirayê di navbera kûltûrayên Nîdêrlandaye cuda-cudada çêkin.Em dixwezin pêwandîya di navbera kurda, û cimeta civaka Holandîyayê sazkin”,-rêjîsîyorê Holandîyayêyî kurd Rêber Doskî gotîye Kurdistan 24-ê. Bi gotina wî, fêstîvala sînêmayê wê roleke mezin nava berfirehkirina aûdîtorîyake mezin , ya hindava sînêma kurdîda bilîze.