H’emû nûçeSereke

Ermenîstan nava cêrga welatên bi nav û dengdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Tîgran Xaçatryan dêlêgasîya bi serkarîya banka Asîyayêye pêşdaçûyînê Arif Baharûdînî qebûl kirîye.

Ji wezîreta fînansa ragîhandine, wekî wextê hevdîtinê bernamên tevî banka Asîyayê hatine gotûbêjkirinê, fikir dora bûyarên li herêmê û li dinîyayê hatine pevguhartinê.

Wezîr nava axavtina xweda hevkarîya tevî banka Asîyayê girîng hesab kirîye û bona hevkarîya nava 15 salada razalixî elam kirîye.

Arif Baharûdîn jî sirîya xweda bona xebata tevaîye pirsale razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan dikeve nava cêrga welatên bi nav û deng û hevkareke bankêye girînge.

Wextê hevdîtinê berfirehbûna dorana hevkarîyêye girîng hatîye hesabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button