H’emû nûçeSereke
Hevaltîya têknolocîye cîhanêda eyan li Ermenîstanê merkeza xwe vedike

Hevaltîya hemcîhanîye eyan, ya têknolocîyên bilind NVIDIA ê merkeza xwe li Ermenîstanê vedike. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan gotîye.
«Sala 2O19-a Nîkol Paşînyanê serokwezîr çûbû merkeza wê hevaltîyê.Wî çaxî tevî hîmdar û serokê hevaltîyê Cênsên Hûang pirsên hevkarîyê hatibûne gotûbêjkirinê. Niha jî ew hevaltîya eyan ofîsa xwe li Yêrêvanê vedike.