Heger leşker li ser sînor sekinîye, ew yek aşîtî nîne: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê yekê qebûl dike, wekî dora Ermenîstanê û Arsaxê agrêsîvîya mezin heye.
“Gelo meriv hindava wê agrêsîvîyê gerekê çi bike? Gerekê wê agrêsîvîyê kontrolkin. Rêyeke başqe tune”,-wextê axaftina xweye li parlamêntê, Paşînyan gotîye.
Ewî usa jî derheqa wan elametîyada daye dîyarkirinê, bi kîjana hatîye gotinê, wekî leşkerên ku çawa borcdarî qulix dikin, ji sînor bêne paşdavekişandinê û leşkerên ku bi peymanê qulix dikin, li ser sînor bidine sekinandinê.
“Heger şer destpêbe, hemû kes jî wê herine xeta pêşin.Em naxwezin leşkerên ku niha sekinîne, paşda bibin û yên mayîn bînin, lê em dixwezin hemûya paşda bînin, çimkî em dixwezin sînor û sînorxweykir hebin. Heger leşker li ser sînor sekinîye, ew yek aşîtî nîne. Aşîtî ewe dema ku li ser sînor sînorxweykir sekinîye û pirs bi nîşanên sînora tên helkirinê, lê ne ku bi tabîya”,- Paşînyan daye dîyarkirinê.