Em hêvîdarin wekî cdandinên alîyên tirka yên bêqelpin:Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, grêdayî 1O7 –salîya bîranîna cangorîyên komkujîya Ermnîra berbirî cimetê bûye û nava axaftina xweda usa jî derheqa pêvajoya hevraxeberdanên bona normalkrina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda daye dîyarkirinê.
“Komkujîya Mezin nava dîroka ermenîda rûpelê here trajîke.Ew bona me ne tenê bîranîna cangorîyên bêsûc û gunehye, lê mecaleke usaye, ku em nava dîroka xweda derheqa paşerojê, roja îroyîn û pêşerojêda bifikirin.Ew yek bona me mecaleke ku cimeta ermenî bibe xudîya yazîya xwe û mecalên wêye mezin hebin ku bi xwe qirarên derheqa pêşeroja xweda qebûlke”,-serokwezîr gotîye.
Bi gotina wî, vê femdarîyê gîhandîye rojeva vekirina sedsala pêşkeftina edil.
“Eve menî, ku em hevraxeberdana bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê derbaz dikin.Em hêvîdarin, wekî cedandinên alîyên tirka bêqelpin û emê bikaribin vî alîda pêşda bilivin.Roja îroyîn ew yek jî pirsa meye ku bi potênsîyala temamîya ermenîya welatekî dêmokratîk û qedirbilind çêkin”,-Nîkol Paşînyan gotîye.
Em bîr bînin wekî komkujîya sala 1915-a, rûyê çida li împêratorîya osmanî ji mîlîyon nîvekî zêdetir ermenî hatine qetilkirinê, çawa komkujîya sedsala 2O-î ye ewlin tê hesabê.Tirkîya mînanî berê gunehkarkirinên bona mîyaserkirina komkujîyê înkar dike.