Rûsîya hewaskare ku halê li Ermenîstanêyî hundur qewînbe: Pêskov
Çi ku li Ermenîstanê diqewime, karê wî welatîyî hundure, lê Moskva hewaskare ku hal lez qewînbe. Derheqa wê yekêda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye ajansa TASS-ê.
“Ew yek îşê Ermenîstanêyî hundure”-, Pêskov gotîye û derheqa mîtîngên opozîsîyayêye li Ermenîstanê xeberdaye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî Yêrêvan tifaqdara Moskvayêye.
“Ermenîstan tifaqdara meye û nava çend formatên întêgrasîyone girîngda hevkara meye, Ermenîstan dosta meye mezine”,- Pêskov gotîye.
“Em hewaskarin ku ev wede li Ermenîstanê lez ser hevda bê û li welêt qewînbûn hebe, ya ku wê îzinê bide ku pirsgirêka Qerebagê bere-bere berbi pevketinên sêalî herin, yên ku bi beşdarîya serokê Rûsîyayê hatine pêşdakişandinê”,- Pêskov gotîye.
Ji nîveka meha nîsanêda li Ermenîstanê meşên şikyatkirinê derbaz dibin, wextê kîjana dewê dikin ku Nîkol Paşînyan ji qulixa xwe dûrkeve.







