SerekeSîyasî

Êrdogan soz daye wekî Tirkîyayê mihacirên ji Sûrîyayê dernexe

Êrdogan soz daye wekî Tirkîyayê mihacirên ji Sûrîyayê dernexe, paşda neşîne Sûrîyayê. Roja îroyîn li Tirkîyayê   3 6OO OOO mihacirên ji Sûrîyayê hene, yê ku destpêka şerê li Sûrîyayê hatine Tirkîyayê.

Hevtîya derbazbûyî lîdêrê opozîsîya sereke Kemal Kiliçdaroglû elam kir,wekî partîya wî wê mihacira paşda vegerîne Sûrîyayê, heger ew bibe serokê dewletê.

“Opozîsîya çi jî bêje, emê birayên xwe hetanî dawîyê biparêzin, ewên ku ji şêr revîne û welatê meda cîhwar bûne”,-Êrdogan bi têlêvîzîyonê gotîye.

Êrdogan rûyê mihacirada rastî berxudana civakê tê û ew difikire ku dikarin wê pirsê wextê hilbijartinên serokatîyêye sala tê bidine xebatê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button