H’emû nûçeSereke

Nevsên organîzeyên navnetewî hewaskarîya xweye hindava Syûnîkêda didine dîyarkirinê

17-ê gulanê serokê qeza Syûnîkê Robêrt Gûkasyan cîgirê wekîlê bernamên Organîzeya Netewên Yekbûyî Konstantîn Sokûlskî, wekîla banka Avropayê Stêfanî Gîar  Bran, endamên dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê qebûl kirine.

Nevsên organîzeyên navnetewî hewaskarîya xweye hindava qeza Syûnîkê dane dîyarkirinê û gotine, wekî ev seredan bona berevkirina înformasîyaye, bona ku tevî qeza Syûnîkê hevkarîya bi hevra gotûbêj bikin.

Cabdarên progirama Organîzeya Netewên Yekbûyî bernamên van axirîyaye li Syûnîkê raber kirine, kîjan li hinek gundên li ser sînor hatine mîyaserkirinê.

Pirsên derheqa hazirkirina bernamên nûda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button