H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê borcdarîyên xweye li gorî elametîya sêalî, ya 9-ê mijdarê teribandîye

Elametîya 9-ê mijdarêye sêalî hetanî niha nehatîye mîyaserkirinê. Adirbêcanê ne tenê borcdarîyên xwe neqedandine, lê bi wê yekêva tevayî mafê hûmanîtarî diteribîne.Ew bi neqanûnî dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl girtî xweyî dike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye radîyostansîya «Aza»-ê û serda zêde kirîye, wekî ne tenê Ermenîstan, lê temamîya dinîya sîvîlîzasîyon vê dewekarîyê  raberî Adirbêcanê dike.

«Adirbêcan elam dike ku Qerebag tune, pirsgirêka Qerebagê tune. Li gorî elametîya sêalî, serokê Adirbêcanê îmze kirîye, bi kîjanê heyîna sûbyêkta Qerebagê îzbat kirîye. Hetanî ku ev elametîya sêalî hebe, ew nikarin bêjin ku ew sûbyêkt tune»,- Ararat  Mîrzoyan gotîye.

Mîrzoyan daye zelalkirinê, wekî hêzên azêrîya xala elametîyêye ewlin teribandine û 24-ê adarê ketine zona cabdarîya aşîtîparêzên rûs û hetanî roja îroyîn li wirin.

Çi ku derheqa vekirina rêyên transportêdane, Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî alîyê ermenî gelek cara daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan bi xwe hewaskare ku ew şuxulkarî bi  açixî ser hevda bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button