
Sêkrêtarê lîga dewletên ereba Ahmed Ebûl Gêyt êrîşa tirkaye ser bajarê Zaxoyê, ya li ser cîhê tûrîsta, şermezar kirîye. Nava encamên wê êrîşêda neh meriv hatine kuştinê û ji 2O-î zêdetir birîndar bûne.
«Em wê yekê îzbat dikin, wekî ew gav agrêsîya dijî serbixwetîya Îraqêye, ya ku mafê navneteweyî û prînsîpên cînartîyê diteribîne»,- berdevkê Ahmed Ebûl Gêyt gotîye.
«Lîga dewletên ereba piştgirîya serbixwetîya Îraqê dike û hemû gavên teribandina serbixwetîyê şermezar dike».







