SerekeSîyasî

Makgêrk: emê tevî hevkarên xwe bona yekbûna pêşmerga bixebitin

Koordînatorê Mala Sipî, yê pirsên Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr, Birêd Makgêrk elam kirîye, wekî welatê wî wê xebata bona yekbûna  hêzên pêşmerga piştgirîyê bide hukumata Herêma Kurdistanê.

Nava elametîya wezîreta pêşmergada hatîye gotinê, wekî  Şoreş Îsmayîlê wezîr li Waşîngtonê rastî koordînatorê serokê amêrîkî Brêd Makgêrk hatîye. Pirsên derheqa yekbûna hêzên pêşmergada hatine gotûbêjkirinê.

Herdu alîya jî derheqa aminaya xweda îzbat kirine, ya hindava pêwandîyên di navbera Ştatên Yekbûyî û Kurdistanêda û usa jî piştgirîya amêrîkîye hindava hukumata herêmêda.

Wextê hevdîtinê hatîye îzbatkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî û tifaqdarên wan wê piştgirîyê berdewamkin û prosêsa  yekbûna pêşmerga bidine pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button