H’emû nûçeSereke

Kirinên Adirbêcanêye li Qerebagê beşeke projeya mezinin: nêrîna ji Moskvayê

Kirinên Adirbêcanêye li Qerebagê beşeke projeya mezinin. Bi sertbûna hal li Bekûyê dicedînin pirsa ermenî bi temamî bidine girtinê: pêwandîya raste-rast tevî Tirkîyayê dest bînin û berbi Tûranê herin.

Fikira wî cûreyî serokê înstîtûta lêkolînên sîyasî û sosîyalî, ya herêma behra Reş û Kaspîyê, Vîktor Rayêvskîyê tirkzan elam kirîye.

Bi fikira wî, Adirbêcan hemû cedandina dide xebatê, ku nava pirsa Qerebagêda bighîje meremê xwe. «Serbara serda em dibînin, wekî roja îroyîn pirsên wî cûreyî hema bi rêya leşkerî tên helkirinê. Li ser wê fonê tabîya Ermenstanê tê bêjî tam nîne»,- ewî gotîye.

Bi qîmetkirina pêşezan halê li Ûkraînayê gelekî girane û niha jî ew hal dora Tayvanê heye, paşê li Rojhilata Navîn û herêma Qafqasîya Başûr ew yek tê kifşê.

Bi qîmetkirina wî, nava qewilên êtapa «leşkerîda» Bekû tevî Enqerê nava pêwandîyadane, bona ku Tûrana Mezin sazkin û ev şuxulkarî îdî ketîye nava êtapa aktîv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button