SerekeSîyasî

ŞAY hêzên xweye li Îraqê bi 3OO leşkerîva zêde kirîye

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava doranên koalîsîyona dijî DAÎŞ ê, hêzên xweye li Îraqê bi 3OO leşkerîva zêde kirîye, yên ku  bi neh meha li Îraqê bimînin û wê tîrmeha sala 2O23 a vegerine Amêrîkayê.

Ofîsêrê fermandarîya givardîya Ştatên Yekbûîye miletîyê Aharon Lêng elam kirîye, wekî leşkerên givardîya miletîyê hersal cîguhastî welatên mayîn tên kirinê, lê  pêşda tu cara awqas leşker neşandibûne welatekî mayîn. 

Nêzîkî 85 welata tevî koalîsîyona navnetewî dibin, lê ofîsêrê amêrîkî nedaye dîyarkirinê, wekî hêzên çi cûreyî wê leşkerên li Îraqê bidine qewînkirinê, gotine ku 3OO leşker wê piştgirîyê bidine koalîsîyona navnetewî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button