SerekeSîyasî

Şoûgû û Papîkyan şuxulkarîya aşîtîparêzên rûse li Arsaxê gotûbêj kirine

Wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy  Şoygû tevî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan hevraxeberdan derbaz kirine. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê nivîsîye.

«Tiştên gotûbêjkirinê hene, usa jî pirsên girêdyî hevkarîya leşkerî-têknîkîra hene. Usa jî pirsên gotûbêjkirinê derheqa aşîtîparêzên meye li Qerebagê hene»,- Sêrgêy Şoygû gotîye.

Sûrên Papîkyan sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî hevdîtina wan ji destpêka salêda îdî ya dueme û ew yek derheqa dereca hevkarîyêye bilindda dide kifşê.

«Ev hevdîtin bona me gelekî girînge.Ev dereca hevkarîya ermenîya-rûsa û usa jî rola  hazirîya Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr bilind qîmet dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button