SerekeSîyasî

Hêzên pêşmerga li nêzîkî Kirkûkê dest bi opêrasyoneke din li dijî DAÎŞ ê kirin

Di daxuyanîke fermî de hat ragîhandin, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê duh opêrasîyoneke nû li dijî  koma têrorîstî ya DAÎŞ ê li nêzîkî parêzgeha Kirkûkê ya nakokdar li Kurdistanê destpê kir.

Opêrasyon li herêma Kara Hesen ya nêzîkî  parêzgeha Kirkûkê ku ji alîyê cîhadîyan ve weke veşartgeh dihat bikaranîn, hat lidarxistin. Weke ku di wezîreta pêşmerge de hatiye ragihandin, opêrasyonê de gundên Cewar-Bor û Akbîr-Gurcî yên derdora wê jî hatine girtin.

Wezîretê da kifşê, ku opêrasyona serbazî ya şeş demjimêran ji çar alîyan ve hate encamdan, ku tê de yekîneyên firqeya 22 ya pîyade beşdar bûn.

Tevî ku têkçûna bi temamî ya “Dewleta Îslamî li Îraqê” di sala 2017 an de hat ragîhandin, lê koma tundrew berdewam e li ser çalakîyên têrorîstî li welat, di nav de kuştin û revandina sivîlan û her wiha karmendên ewlekarî.

Yahya Resûl, berdevkê fermandarê giştî yê leşkerî yê Îraqê, roja sêşemê got ku şeş endamên dewleta îslamî di sê opêrasyonên cuda de li parêzgehên cuda di çend rojên borî de hatine girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button