SerekeSîyasî

Çekdarên piştgirên tirka pênc binelîyên Efrînê revandine

Li gorî înformasîya stendî, ya li kantona Efrînê, 2O ê îlonê çekdarên piştgirên tirka êrîş birine ser gundê  Qotayê û bi gunehkarkirinên nerastva pênc binelîyên edil revandine.

Hatîye ragîhandinê, wekî ev merivên revandî birine cîhekî neeyan û derheqa yazîya wanda tu tişt eyan nîne.

Organîzeya mafparêz, ya bi navê «Efrîn-Sûrîya» ê daye dîyarkirinê wekî ji destpêka okûpasîyakirina Efrînê hetanî niha, 686  binelîyên edil hatine kuştinê û 8455 jî hatine revandinê.Piranîya merivên ku hatine revandinê, hetanî roja îroyîn bêser-berate undabûyîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button