H’emû nûçeSereke

Gotinên serokwezîrê Ermenîstanê yên wextê civîna hukumatê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê ew alîyên hîmlî, yên stratêcîyê raber kirine, bi kîjanê Ermenîstan gerekê pêşda here.

Bi gotina wî: «Em gerekê hemû cedandinên xwe bidine xebatê, ku li Ermenîstanê aşîtî  û qewînbûn îzbatbe. Ya duem, em gerekê nava goveka perwerdêda werguhastina berdewam bikin. Ya sêem ewe, wekî werguhastinên nava eskerê Ermenîstanêda gerekê berdewambin.Ev hersê pirs gerekê bibine lokomotîva me, bi kîjanê em gerekê welatê xwe nava vê bagera hemcîhanîda pêşda bibin».

Bi gotina Nîkol Paşînyan, dinîya îroyîn li ber çevê me hildiweşe û eva rastîye: «Îro ezê bêjim, wekî li herêma Avrasîyayê welatekî usa tune, wekî ji vî halê pêşdahatî beşa xweye derbstendinê nestîne û nava vê pêvajoyêda em gerekê dubare aktîv, dubare întêlêktûal, dubare teyaxbin ku em bikaribin welatê xwe nava vê bagerêra derbazkin û bighînine aramîyê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button