Barzanîyê serokwezîr cejina êzdîya pîroz kirîye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahîyê ola êzdîyaye li Îraqê û Kurdistanê û usa jî êzdîyen li temamîya dinîyayêra şandîye .
«Ez, girêdayî cejina êzdîyara, ya Cumheyêra pîrozbahîya germ bo xwîşk û birayên xweye li Kurdistanê û li temamîya dinîyayê dişînim»,- Barzanîyê serokwezîr nava peyama pîrozbahîyêda gotîye.
Ewî xwestin elam kirîye, ku endamên ola ruhanî nava aramîyê, ewlehkarîyê û atmosifêra şabûnêda cejina xwe derbazkin.
«Em derheqa piştgirîya xweda, ya hindava maf û dewekarîyên xwîşk û birayên êzdî, îzbat dikin»,- Mesrûr Barzanî gotîye û serda zêde kirîye, wekî hukumata wî wê qulixa bona olê berdewam bike.
Cejina êzdîya ji 6 ê cotmehêda destpê dibe û hetanî 13 ê cotmehê berdewam dibe. Cejin li Lalişê tê derbazkirinê.