Em ji alîyê Adirbêcanêda gavên nekonstrûktîv divînin: Ararat Mîrzoyan
Van axirîya tevî Adirbêcanê hevdîtinên aktîv pêk tên û em amadene cedandina bidine xebatê, ku bi întênsîvî xebat berdewabin, bona ku li herêmê aramîya qewîn û wededirêj îzbatbe. Di derbarê wê yekêda, wetê prêss-konfêransa tevî wezîra Norvêcêye karên der, Annîkên Hyûtfîldtê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
“Vî alîda hêvîdarîyên me nehatine guhartinê. Em ji alîyê Adiribêcanêda gavên nekonstrûktîv divînin û em dibînin, wekî xwestin û cêribandina wan heye, ku bi qewatê li ser hevraxeberdana tehsîrkin.
Tenê bi vê şirovekirinê ez agrêsîya Adirbêcanêye dawî dibînim.Em zanin, wekî pêşîya wê yekê jî agrêsîya hebûye, pêşîya wê yekê jî provokasîya hebûye. Kirinên wî cûreyî alî atmosifêra çêkirinê û hevraxeberdana nakin.Em li ser wê fikrêne, wekî emê dora sivira hevraxeberdana bighîjine helkirinên dawî. Em amadene wan cedandina berdewam bikin”,- wezîrê karên der gotîye.