Hevaltîya komkujîzanên navneteweyî kirinên Adirbêcanê şermezar dike
Hevaltîya (The International Association of Genocide Scholars-IAGS) komkujîzanên navneteweyî kirinên Adirbêcanê şermezar dike, ya ku 24 ê cotmehê elametî qebûl kirîye.
Bi meremê pêşîgirtina qezîya komkujîyê, organa hevaltîyê bang kirîye:
. Civaka navnetewî û organîzeyên akadêmî û çandî gerekê zordarîya Adirbiêcanê û xebera hiznekirinêye dijî Ermenîstanê şermezarkin, û hemû mecalên pêwîst bidine xebatê, ku Adirbêcan mecbûrbe opêrasîyonên leşkerî, yên dijî Ermenîstanê û Arsaxê bide sekinandinê.
. Adiribêcan gerekê qirara mehkema navnetewî, ya 7 ê kanûna sala 2021 ê mîyaserke.
. Adirbêcan gerekê eskerên xwe ji axa Ermenîstanê derxe û qedirê mafê xweqirarbûna ermenîyên Arsaxê bigre, ya ku ji alîyê qanûndarîya netewên yekbûyîda hatîye garantîyakirinê.
. Civaka navnetewî gerekê rêjîma Îlham Elîyêve avtorîtar bide sekinandinê, ya ku bona şerê sala 2020 î, xirabkarîyên leşkerî, yên dijî merivatîyê cabdare.