
Lîdêrê ruhanî û mîrê êzdîyên Kurdistanê û temamîya cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg elam kirîye, wekî nava vê mehêda ewê here Vatîkanê, li kîderê ewê rastî Papê Romayê bê.
“Min birîyar kirîye, ku 14 ê vê mehê herime Vatîkanê û rastî Papê Romayê bêm”,- Mîrê êzdîya gotîye Basnews ê.
Çi ku derheqa armanca seredanêdane, Mîr Hazim Tehsîn Beg gotîye: “Armanca min ewe ku ez tevî Papê Romayê derheqa halê êzdîya û Şengalêda gotûbêj bikim”.







